Despo Pîlavakî piştgirî da pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ û got;

Min li Yewnanistanê li zanîngehê dixwend.

Piştre hatim Qibrisê. Li Qibrisê min Teofîlos Georgîadîs nas kir.

Teofîlos li ser Kurdistanê ji min re qala gelek tiştan kir.

Min gelekî ku li ber çarenûsa xwe rabû, Rêberê wê yê ku ji bo azadiya wê têkoşînê dike nas kir.”

Despo Pîlavakî got, “Di destpêka salên 1990’î de min Kurd û Tevgera Azadiya Kurd nas kirin. Min di tevahiya jiyana xwe de, her tim ji bo Kurdan têkoşin kir. Xwezî mîna birêz Abdullah Ocalan rêberekî me jî hebûya.

Niha li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3mîn heye.

Ya rast ev şer di heman demê de şerekî îdeolojîk e, lê îdeolojiya birêz Abdullah Ocalan li pêş e.

Mînaka şênber a vê yekê jî Şoreşa Rojava ye.

Ev jî nîşan dide bê Ocalan çima dîlgirtî ye.

Ji ber ku îdeolojiya birêz Abdullah Ocalan azadiya gelan esas digire.

Ev li hesabê hêzên hegemonîk nayê.

Pîlavakî herî dawî got;

Min li cîhanê mîna birêz Abdullah Ocalan kesekî xwedî wesfa rêbertî bi cîh bîne nas nekiriye.

Ocalan, ne ji bo şexsekî, ji bo bi milyonan mirovî hêviya azadiyê nîşan dide.

Kes nikare vê hêviyê asteng bike. Ji bo vê jî divê, em ji her demê bêhtir têkoşinê bikin,

Divê em berxwedanê ji her demê bêhtir mezin bikin.

Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe, kes ji me azad nabe.”