Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê dema dawî înfazbirîn ketiye dewrê û gelek girtiyên li ber berdanê bûn nehatin berdan. Nûçegihana rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hat girtin Dîlan Oynaş ku li Girtîgeha Sîncanê ye, ji Ajanas Mezopotamyayê re behsa înfazbirîna jinên girtî kir. 

Aycan Ozdogan ji Sibata 2012’an ve girtî ye û têkildarî birîna înfaza wê ev tişt got: “Divê ez di 22’ê Mijdara 2018’an de bihatibama berdan. Di 2014-2016’an de du car cezayê hucreyê li min birîn. Herî dawî di Hezîrana 2018’an de bi boneya min pêkanîna ‘jimartina ser piya’ qebûl nekir, sê caran cezayê hucreyê li min birîn. Bi heman hincetê min sewqî Girtîgeha Sîncanê kirin. Ez çawa ku hatim vir ji min re hat gotin, ku ez ê ji ber cezayê hucreyê neyêm berdan. Ango hêj 5 meh ji min re mabû înfaza min birîn. Li Girtîgeha Tarsûsê jî heman pêkanîn hebûn. Li wir jî nêzî 40 jinên girtî înfaza wan hatibû birîn.”

Saadet Akin jî têkildarî rewşa xwe wiha got: “Birîna înfazê polîtîkeyek e. Li gelek girtîgehan vê pêkanînê xistine meriyete. Li qawîşa me meqesek ku em nizanin kî aniye di lêgerînê de desteser kirin. Meqesa hat dîtin jî ne di nava eşyayên me de bû. Ji bin dolabê derxistin ûbirin. Tevî ku me got ne ya me ye jî lê cezayê min yê hucreyê hat êrêkirin. Min ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bida lê hat astengkirin. Serî li beyanên sexte dan û vî cezayî li min birîn.”

Selver Îspîr jî ji 2001’an vir ve girtî ye. Îspîr jî di navbera salên 2012-2014’an de sê cezayê cuda yên hucreyê lê hatiye birîn. Beriya ku 7 meh ji qedandina cezayê wê re bimîne înfaza wê hatiye birîn. Îspîr jî têkildarî rewşa xwe wiha got: “Di 2015’an de hukmê min erê kirin. Lê têkildarî birîna înfazê tu biryar tune bû. Berevajî vê di hemû belgeyên dihatin de tahliyeya bi şert adara 2018’an derbas dibû. Pişt re dosyeyek min din a jê dihatim darizandin cezayê min ê 10 mehan hat erêkirin. Di meha gulanê de hêj 7 meh ji qedandina cezayê min re mabû min têkildarî serbestiya bi kontrol agahî xwest. Yekîneya înfazê ji min re got ku înfaza min hatiye birîn û ji serbestiya bi kontrol sûdê nagirim. Tevî ku biryar der barê min de tune ye û cezayê min di meha adarê de qediyaye jî yekîneya înfazê di meha gulanê de wisa agahî da min. Li gel ku biryarên emsal hebûn jî lê dîsa erê kirin. Tevî ku me daxwaznameyên îtîrazê da û li dijî ceza derketin jî lê daxwazên me hatin redkirin.”

BALIKESÎR

Ji girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye  ya Balikesirê jî Figen Şahîn diyar kir ku binpêkirina mafên wan dewam dike. Xwişka Şahîn Nîrgul Turhal, diyar kir ku zext û gefên li dijî 5 jinên girtî yên siyasî dewam dike û wiha got: “Leşker girtiyên jin ên siyasî û edlî li ber hev radikin. Dixwazin jinên edlî li dijî girtiyên siyasî sor bikin. Li gorî xwişka min der barê rewşa girtîgehê de agahî da min, leşker gefan li girtiyan dixwin. Girtiyên siyasî nikarin ji mafê xwe yên civakî û çandî sudê bigirin. Dema bûyerek pêk tê gardiyan her dem qala mêrên girtî yên li girtîgehê dikin û gefan li wan dixwin. Girtiyan sewqa xwe xwestin. Lê destûr nedan sewqê. Hinceta li dijî sewqê jî biryara wezaretê ya divê li vê girtîgehê 5 girtiyên jin bimînin e. 

Dema nîqaşek di nava girtiyan de çê dibe her dem gardiyanên mêr bi çopan dikevin nava meseleyê û wan di nava xwîne de dihêle. Girtî dixwazin bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin bikin, lê bê encam dimîne. Li girtiyên jin ên edlî ji zext hene. Leşker ji girtiyên siyasî re dibêje ‘Hûn ji xwe di destê me de ne. Em bixwazin dikarin we ji biçîna bikujin. Birayên me yên GurêBoz wê we bikujin’. Girtiyan xwestin daxwaznameye bidin lê ev jî bê fêde ye. Girtiyên edlî kevir, şûşe û şekir davê ser wan, wan sor dike. Girtîgeh pir sar e û tene dikarin 2 qazaxan bistînin.”