Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di beşa duyemîn a nirxandina ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka û ANF’ê re balê dikişîne ser têkbirina DAIŞ’ê û vê nirxandinê dike.
DAÎŞ rêxistineke ku xwe dispêre xeta selefî, bi berovajî kirina Îslamê û bi nêrîneke pir cuda xeteke nû ya Îslamê diafirîne. Ji bilî xwe herkesî wekî kesên derveyî olê dibîne û wan weke kafir binav dike.
DAÎŞ’ê îmaja tirsê bela kir. Ji bo vê jî hêzên dewletî ketin nava tirsê. Bi 800 kesî Mûsila dibin parastina 30 hezar hêzên leşkerên Iraqê de girtin. Li Şingalê jî, 10 hezar hêzên PDKê ji tirsa reviyan û Şingal kete destê DAIŞê.
Lê Gerîla li Şingalê li ber xwe da û civaka ma ya Êzîdî ji qirkirinê rizgar kir.
Şandeyek Emerîkî bi 4 helîkopteran daket Şingalê; dixwest hêza ku DAÎŞ’ê rawestandiye nas bike. Fermandarê şandê, ji fermandarê hêja Egîd Civyan ku pêşwazî li wan dkir dipirse, ‘hûn kî ne?’ Heval Egîd xwe dide nasandin û ji wan re qala Rêber Apo dike û dibêje; ew şervanên Kurdistanê ne. Zilam dipirse ‘Hûn rasterast PKK’yî ne yan na?’ Heval jî, dibêje ’em rasterast PKK’yî ne’.
Piştî 3-4 saetan li wir man, lêkolîn kirin, bêyî piştgiriyê bikin careke din paşde vegeriyan. Ev yekemîn hevdîtina me bi hêzên Emerîkî re bû.
Li Mexmûrê jî heman tişt qewimî. Yekemîn guleya li dijî DAÎŞ’ê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hat teqandin û DAÎŞ’ê li wir hat rawestandin.
Li Kerkûkê jî heman tişt qewimî. DAÎŞ’ê pir dixwest Kerkûkê dagir bike; lê Gerillayên Azadiyê pêşengî kirin û DAIŞ têk birin.
Dîse li Kobanê, her kesî digot, Kobanê ket ha ket. Wê demê banga seferberiyê ya Rêber Apo hebû. Gerîla, banga Rêber Apo weke ferman dîtin û têkoşîn kirin.
Tîmên Gerîla ji Botan, Amed, Garzan û Erziromê ber bi Kobanê ve hatin şandin û encam jî tê zanîn. Hêzên YPG-YPJ’ê li hemberî tankên DAÎŞ’ê berxwedana dîrokî kirin.
Ev rastiyeke dîrokî ye û xizmeteke mezin e ku PKK li ser esasê perspektîfa xwe ya enternasyonalîst pêşkêşî hemû mirovahiyê dike.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di esasê xwe de hêzeke xweparastinê ye, hêzeke parastinê ya bilind û fermî ye. Ji ber vê li her derê ne, di nava civakê de ye. Lê pêwîstî bi bingeheke ku di eslê xwe de sivîl be, dema şert û merc hewce bike, bi awayekî nîv-sivîl, nîv-leşkerî jî karibe erkên parastinê pêk bîne heye. Me ji çalakiyên xweparastinê re got ‘stratejiya stratejiyê’.
Rêber Apo bi zanista şoreşgerî li Kurdistanê bi giştî tetbîk kir, bi heman afirîneriyê şêwazek Stratejiya Şerê Gel a demdirêj û şêwazê Gerîlatiyê li ser mercên Kurdistanê da meşandin.
Di dawiya dawî de dilsoziya bi xeta Rêbertiyê re, Gerillatî xurt bû. Ew ruhê êrîşkarî û sekna fedaîtî gelekî xurt bû, xeta Zîlan hebû. Bi gotineke din, hêzên me li qadê xwedî manewra û tecrûbe bûn. Rêxistiniyeke mîna artêşa Gerîla ya modern heye û têkoşînê dike. Rewşa nû ya Gerilla, êdî têk naçe û tu hêz nikarin şerê Gerillayên Azadiyê bikin.