Civîn ji aliyê Rêveberiya xweser û tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve pêkhat.

Civînê de behsa hilbijartina 18’ê kanûnê hat kirin.

4 namzetên PADÊ wê li ser lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ tevlî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Mûsilê bibin.

Namzetê PADÊ Kasim Keşko xwe da nasîn, behsa armancê xwe kir û ji gel deng xwest.

Endama rêveberiya TAJÊ Kinê Kidir di civînê de wiha goti:

Şengal bi xwîna şehîdan ava bûye û destkeftiyên civaka Êzidî bi saya şehîdane, divê em şehîdên xwe ji bîr nekin. Dengê xwe bidin xwe, îredaye xwe.

Hevserokê Meclisa Gel a Serdeştê Mirad Biro jî wiha got: Partiya me pêşeroja zarokên Êzidiyaye. Yê bixwaze axa xwe biparêze dê dengê xwe bide vê partiyê. 4 namzetên me hene û hemû jî dê nûnertiya me bikin.

Endamê desteya Eşayîrî Bereket Mirad Sincar ê ji Til İzêr behsa girîngiya hilbijartinê kir û xwest herkes dengê xwe bidin namzetên PADÊ.