Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel -NPGe bi daxuyaniyekê, Gerîlayên ku tevlî operasyona şoreşgerî bûne pîroz kir û got; Komîteya Rêveber a PKK’ê jî Gerîla silav kirin.

NPGe, 45 saliya damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, gel û hevriyên Gerilla pîroz kir. Ji hevrê Hakî Karer heta şehîdên dawî Andok, Ciwan, Botan û Egîd hemû şehîdên azadiyê bibîranîn û got; Di 20’ê Mijdarê de, bi çalakiya şoreşgerî li Zap û Metînayê, darbeyek giran li hêzên artêşa Tirk a dagirker hate xistin.

Li herêma Rojavayê Zapê Şehîd Delîl, hêzên artêşa dagirker li sê cihên cuda yên herêma Berxwedana Girê Amediyê bi cih bûne, bi çalakiyeke şoreşgerî ya berfireh hedef hatin girtin.

Her sê cih, ji aliyê baskên operasyona şoreşgerî ve bi taktîkên ketinê hatin hedef girtin, hemû baskên operasyonê ketin nava dijmin û ji destpêkê heta dawiyê her kêliyên operasyonê di bin înîsiyatîfa Gerîla de hate meşandin, ev serketinek dîrokî û girîng e.

Piştî ku bi hostayî bi taktîkên pêşketî, Gerilla xwe gihandina dijmin û bi cesareteke bilind û ruhê fedayî yê Apoyî 49 dagirker hatin ceza kirin. 21 kon û 12 çeper ruxandin. Ev performansa şerê serketî ye. Di heman rojê de li herêma Berxwedana Girê Ortê ya herêma Metîna jî bi şêwazên segvaniyê, bi taktîkên koordîne yên Gerîlla, 12 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û 1 kamera mobesse hatin rûxandin.

NPGê got; Gerill , hemû tedbîrên dijmin ku bi şêwazên şerê tîmên pispor hatibûn girtin, trune kirin. Şopdarên Zîlan hevriyên Gerilla Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ku li Enqerê çalekiya destanî kirin, li çiyayên Kurdistanê jî bi operasyona şoreşgerî, peyamek giring dane dijmin.

Fermandar û hevalên wan yên şervan, salvegera damezrandina Partiya me PKKê, bi operasyon û çalakiyên şoreşgerî yên bi hêz pêşwazî kirin û bi ruhekî fedaî û îradeyeke mezin a têkoşînê ketin sala nû ya Partiyê. Em hemû hevriyên ku di afirandina van encamên serketî de rol lîstin û di her qonaxê de pêşengî, beşdarbûn û xebat meşandine pîroz dikin û silav dikin.

NPG herî dawî got; Komîteya Rêveber a PKK’ê jî, di peyama xwe ya ji bo fermandariya me şiyandin, cejna Partiyê di serî de li hemû hêzên Gerîla pîroz kirin, hemû fermandar û şervanên ku beşdarî operasyon û çalakiyên şoreşgerî yên serketî bûne û ked dane, bi dil û can silav kirin û hêviya serketinên nû ji Gerilla û rêveberiya Partiya me re xw3estin