Walitiya Tirk ya li Şirnexê, ragihand ku ji bo 15 rojan, li navçeyên Şirnex, Cizîrê, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê, weke “Herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin.
Walîtiya Tirk a dagirker yê li Şirnexê eşkere kir ku herêmên Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Girê Karaçali, Kela Memê, Newala Serîn, Girê 2088 Rk. herêma Kuçuk Sû, herêmên Çiyayê Gabar, çiyayên Kato Marînos û Kato Jîrka, herêmên Dulê û Tenînê, di navbera 27’ê Mijdarê de, Îro jî di navde, hetanî 11’ê Kanûnê ji bo 15 rojan weke “Herêmên ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin.
Walîtiya Tirk ya dagirker, ketin û derketina van herêman li gelê herêmê û her kesî qedexe kirin.