Tahir Elçî 28’ê mijdara 2015’e li Sûra Amedê, li ber minara Çarling ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin.

Li heman cihê lê hat qetilkirin di salvegera qetilkirinê de hat bîranîn.

Malbata wî, hevseroka HEDEP’ê, Tûlay Hatimogulari, serokê yekîtiya baroyan a Tirkiyê Erînç Sağkan, Parlementer, Serokên baroyan, parêzvanên mafê mirovan û gelek kes amadebûn.

Di meşê de, dirûşmên şehît namirin, Tahir Elçi nemire hatin berzkirin, paşê daxuyanî hat dayîn, li gotinên Tahir Elçî yê berê were qetilkirin hat guhdarî kirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got:

Tetîkkêş di tariyêde hate hiştin, Kuştina Tahir Elçî operasyoneke siyasî bû, dixwestin pêvajoya tarî ya sala 2015’an destpê kir, biafirîne.

Ti bûyerên kuştinê nîne, dewlet nikaribe ronî bike, lê bûyerên kuştinê hene ku dewlet ronî nake.

Turkan Elçî jî got, Yên ku dixwazin me bêdeng bikin bila zanibin yên li edaletê digerin, zilm li wan tê kirin, êşê dikişînin xwedî deryayeke bêdawî ye. Em ê roj bi roj zêde bibin.

Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê Erînç Sagkan jî got,

Heta berpirsyarên kuştina Tahîr Elçî bên eşkerekirin û cezakirin, em ê vê têkoşînê dewam bikin.