Ferînaz Etiye, ji Misrî ye û lêkolînêr e, di salvegera damezrandina PKK’ê de li ser bandora wê ji ajansa Hewarê re axivî.
Lêkolîner Ferînaz Etiye vê nirxandinê dike.
PKK 27′ê Mijdara 1978′an ji hêla komeke ciwanên Kurd ve hate damezirandin. Ew ciwan, wê demê ne sembol an jî rêber bûn, komeke ciwan bûn û xwestin di hêla çandî, civakî û siyasî ve, civaka Kurdistan û Tirkiyê biparêzin.
Partî ji dema damezirandina xwe ve li hember emparyalîzma ewrûpa disekine, destwerdan û siyasetên rojavayî yên li hember dozên Rojhilata Navîn red dike. Ji bo Kurdan ji neheqiyê, bindestiyê biparêze xwe spart têkoşîna çekdarî.
Li ser zilma dewleta Tirk jî Ferînaz Etiye vê nirxandinê kir.
Dewleta Tirk hewl da Kurdan bi taybet PKK′ê reş bike, tawana terorê hem biavêje ser PKK′ê hem jî Kurdan. Ev nêrîn di şerê wê û QSD′ê yê li dijî DAIŞ′ê de hate guhartin.
Piraniya şervanên QSD′ê ku ji Kurdan in, di sekna li dijî DAIŞ′ê de lehengiya xwe îsbat kirin. Bivê re nêrîna cîhanê ji bo Kurdan û derewên dewleta Tirk guherî. Di heman salê de dewleta Tirk çek didan DAIŞ′ê ku li dijî hêzên Kurd şer bike.
Cihan ji bo berjewendiyên xwe li hemberî doza gelê kurd û binpêkirinên li dijî Abdulah Ocalan bêdeng e, paşguh dike.
Ferînez Etiyê da zanîn, Fikrê PKK’ê çareseriyê pêşkêş dike û wiha domand.
Fikrên PKK’ê fikrên çareseriyê ne, heke li ser erdê pêkwerin wê gelek pirsgirêk, krîzên heyî çareser bibin, bi taybet aliyê aborî.
Hin fikir hene, ger dewletên Rojhilata Navîn van pêkbînin, wê di warê enerjî de xwe ji dewletên rojava qut bikin, girêdana xwe bi rojava re bi dawî bikin.