Parlamentera HEDEP, Newroz Uysal, pirsnameyek radestî serokatiya Parlamentoyê kir û daxwaz kir ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bersivê bide.
Newroz Uysal di pirsnamê de got; 25 sal in, Abdullah Ocalan li girtîgeha Taybet ya Imraliyê dibin tecrîdek giran de tê girtin. 33 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ev rewşa dij qanûnî, bi wezareta we û têkiliyên we yên derve re tekildar e, yan na?
Xuya dike kiryarên li Girtîgehên vî welatî, ne li gorî qanunên welat, li gorî mekanîzmayên welatên derve têne meşandin. Bi taybetî bi Komîteya Rêgirtina Êşkencê, CPTê re kar dimeşînin. Ev rast e yan na?
Eger ev hevkarî rast be, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ya derbarê Abdullah Ocalan de tê binpêkirin. Ev jî suc e. Gelo hun li ser vê sucî, çi difikirin.
Gelo têkiliya wezareta we, bi biryara Konseya Ewropa ya Wezîran ku ev mijar bi têrahî nîqaş kirin re heye yan na?
Wezareta Derve di bersiva pirsên Newroz Uysal de got; Komîteya Wezareta Derve salê 4 caran civînan çêdike. Di ragihandina encama van civînan de têkiliya wezareta me bi van biryaran re nîne.
Wezaretê got, derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û mercên girtîgehan de bi CPTê re kar dikin.