Beşek ji pêşmergeyên dêrîn yên Hewlêrê bi no 45mîn salvegera damezrandina PKK’ê,ji ajansa Rojnews re axivîn.

Pêşmergeyê dêrîn Ferhad Qadir, damezrandina PKK’ê pîroz kir û got; PKK dema ku gelê Kurd bi îmha û qirkirinê re rûbirû mabû, hat avakirin. Ji ber vê yekê PKK’ê weke hêzeke fedakar ji bo mafên gelê Kurd têkoşîn û şoreş daye meşandin. Lê dewleta Tirk a dagirker her tim li dijî gelê Kurd û PKK’ê şer kiriye û bangên aştîxwazî nabihîze.

Pêşmergeyekî dêrîn Kemal Husên jî, 45. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û got; PKK, di dîroka têkoşîn û şoreşa rizgariya gelê Kurd de pêwistiyek jêneveger bû. Ji ber ku ev hêza Kurdistanî, bûye parêzvanê mafên gelê Kurd. PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê di bidestxistina azadî û mafên gelê Kurd de rol lîstiye. Ji ber vê yekê PKK, bi dilxwazî ​​alîkariya her parçeyekî Kurdistanê kir ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hebe.

Kemal Husên herî dawî got; Yekane hêviya gewlê Kurd, serketina Partiya Karkerên Kurdistanê -PKKê ye.