Malbatên girtiyan endam û nûnerên MATUHAY-DER’ê, wekîlên HEDEP’ê gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Berdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek li vir axivî û got:

Niha gelek girtî li zindanan ketine greva birçîbûnê. Dixwazin pergala tecîdê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe.

Dewlet dixwaze girtiyên siyasî ji fikr û bîrdoziyên xwe paş de gav bavêjin. Sedema bingehîn a îşkence û zextên girtîgehan ev e.

Endama Înîsiyatîfê Elvan Ozerlî jî behsa rewşa li zindanan kir û got:

Di girtîgehan de her cure zext, tecrîd, îşkence û mûameleya xirab zêde bûye.

Dewlet xwest ku pergaleke ku hiqûq bi tu awayî neyê şixulandin ava bike, herwiha cezayê li girtiyan birîne bi dawî jî bûye lê wan bernadin.

Ev rewş weke tecrîdeke mutleq e. Em dixwazin ev bi dawî bibin.

Heta binpêkirin bi dawî nebin em ê di nava çalakiyan de bin.