Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG, ji bo fermandar û Gerîlayên ku li herêma Metîna, ya Herêmên Parastina Medya, Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed kirin û 18 dagirker cezakirin, peyameke pîrozbahiyê weşand.

NPG, salvegera damezrandina PKK’ê li tevahiya Gerilla pîroz kir û di kesayeta hevrê Şîlan Kobanê û hevrê Fûad, Ciwan, Zekeriya û Cemîl de, ku di 29’ê Mijdara 2004’an de şehîd ketin, hemû şehîdên azadiyê bibîranîn û got;

Di 26’ê Mijdarê de, ku şeva partiya me PKK ava bû, li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê yê Metîna, li dijî dagirkeran Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed, bi ruhê fedaî yê Apoyî, ji 5 baskan ve hate kirin.

Derbên bi bandor yên li dijmin hatin xistin, nîşan dide ku di rêbaza tevgerê û nepeniyê de, kûrbûnek hatiye bidestxistin. Bi afirîneriya rêbaza demê û ruhê fedaî yê Apoyî, 18 leşker û fermandar hatn cezakirin. Gerilla çûne ser cenazeyên dagirkeran û çekeke nîv otomatîk a BKC, bombeavêjek, 2 çekên ferdî yên MPT-55 û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin.

Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn çalakiyeke ku li gorî taktîka demê ye û bêyî windahî bên dayin, derbeyek giran li dijmin hate xistin.

Em hemû fermandar û şervanên ku ji plankirin heta bi pratîkkirinê di her qada Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn de cih girtin, ked dan û pêşengî jê re kirin, ji ber serketina wan pîroz dikin.

NPGe diyar kir ku, gelekî bi wate ye ku navê Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê, Endama Konseya Fermandariya HPG’ê, Fermandara me ya Qada Botanê, fremandareke jin a Kurd a leheng, şoreşger û mîna ferîştehan pak û fedaî hevrê Şehîd Leyla Sorxwîn Amed lê hate kirin û di şeva damezrandina PKK’ê de hate kirin.

Ev çalakiya we ya serketî, ne tenê derb li dijmin xist, her wiha rastiya şerê li Kurdistanê jî careke din raxist pêş çavan, mîna sîleyekê li rûyê eniya şerê taybet xist ku dijmin bi derewan ava kiriye.

Derewên şerê taybet ên dewleta Tirk bi carekê têk bir ku windahiyên xwe qet eşkere nake, yan jî dema neçar dimîne beşek biçûk eşkere dike û windahiyên Gerîla yên ku qet nebûne, mîna ku bûne nîşan dide.

Em hevriyên xwe hemûyan, yên ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer kirin û darbeke giran li dijmin xistin, careke din bi hestên şoreşgerî ji dil silav dikin û dizanin ku, di sala nû ya partiyê de wê serketinên hîn mezin tir werin bi destxistin û serketinê dixwazin.