Li Awusturalya bajarê Lînzê, salvegera 45’an ya damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin.
Li Elmanya bajarên Darmstad û Dortmûndê jî , salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin.
Kurdistaniyên li Dortmundê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk-DKTM’ê kom bûn û cejna Vejînê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Piştî axaftinan Koroya Zarokan û hunrmendên Kurd stran gotin, gel jî govend girêda.
Li Darmstadê jî bi pêşengiya Meclîsa Demokratîk DTK û TJK-E pîrozbahî hate pêkanîn,
Piştî rêzgirtinê, sînevîzyona li ser dîroka têkoşîn û salên damezranina PKK’ê hate temaşe kirin
Piştre axaftin hatin kirin û hunermendên Kurd stran gotin, gel jî govend girêda