Meşa li Helebê bi pêşengiya Meclisa Jinan a Meclisa malbatên Şehîdan ya Helebê, ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û destekkirina pêngava cîhanî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hate pêkanîn.
Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye jî tevlî meşê bûn.
Girseya ku li pêşiya salona 8’ê Adarê, ya li taxa Şêx Meqsûd kom bû, heta bi Qada Şehîdan meşiya û miting kir.
Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mûsa axivî û got; Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê têkoşîn were mezinkirin.
Piştre endama Rêveberiya Meclisa Jinan ya Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Ehmed axivî û got; Em soz didin ku li ser şopa şehîdan têkoşînê mezin bikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi têkoşîna xwe Sûriyeya demokratîk ya pirrengî ava bikin.
Şiting bi diruşeyan bi dawî bû.