Çalakiya bi dem û bi dorveger a girtiyên jidoza PKK û PAJK’ê di roja 8. de dewam dike.

Çalakiya bi armanca piştevaniya Pêngava cîhanî ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, pirsigirêka kurd re çareseriya siyasî tê kirin’ 27’ê mijdarê dest pê kiribû, dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandiraya Kocaelî jî çalakî li dar e.

Yek ji girtiyên di çalakiyê de Necla Atak banga xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê kir û got:

“Divê çalakiya greva birçîbûnê ya hatiye destpêkirin bi rûhê berxwedana gel re bibe yek. Divê malbat û gelê me xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.”

Nejla Atak got: “Hewl didin bi cezakirinan ji têkoşîna me ya mafdar bi me paş ve gav bidin avêtin lê xaş in. Em dest ji fikr û ramanên xwe bernadin.”