Teqîn li Şîrketa Teknolojiyê ya Yîbîn Hengda ya li eyaleta Sîçûan a Çînê pêk hat. 19 kes ji ber teqînê mirin, 12 kes jî birîndar bûn. Li ser sedema teqînê hîn agahî bi dest neketine.
Li Çînê, sala 2015’an li depoyeke ji madeyên kîmyewî ya li nêzî bajarê Tanjînê teqînek bûbû û 165 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.