HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî sûcên şer dike û li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

HPG’ê bi berfirehî ev daxuyanî da.

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

2’ê Kanûnê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derbe li çeperekê hate xistin.

3’ê Kanûnê saet di 14:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî jî wiha destnîşan kirin:

1, 2 û 3’ê Kanûnê li herêma Metînayê çeteyên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 5 caran bi droneyên bombebarkirî, carekê bi gazên kîmyewî û 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.