Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re -TUHAY -DER, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, [ destekkrina greva birçîbûna girtiyan, li Amed, Wan, Edene û Mersînê dest bi “Nobeda Edaletê” kir..

Jinên ku piştgiriya çalakiya “Nobeta Edaletê” ya li Wanê dikin ji ajansa JINNEWS’ê re axivîn û banga yekitiyê kirin.

Dayika Aştiyê Rabîa Algor, tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û got: Ji bo rakirina tecrîdê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirine. Em ji grevên birçîbûnên berê dizanin, gelek nexweşî û tiştên ne baş derketin holê. Ew zarokên me hemûyan e. Êdî bes e, vê tecrîdê rakin. Tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ev zordestî û bêedaletî li ber çavên cîhanê tê kirin û hemû dewletan çavên û guhên xwe girtine. Azadiya me girêdayî Serok e.

Dayika girtiyê bi navê Nazmî, Zeliha Aydin jî got; Kurê min li Girtîgeha Antalya Tîpe T girtî ye. Kurê min 7 sal in girtiye û ketiye greva birçîbûnê ye. Ez çaleiya wan silav dikim û bi kurê xwe serbilind im. Em dixwazin demildest tecrîda ser Serokatî bê rakirin û bigihîje azadiya xwe. Ger ku em Serok azad bikin ,em ê azadiyê bi dest bixin.”

Rêvebera HDPa Riya Armûşê Macîde Varhan jî got; Em ji bo tecrîda li ser Serok rabe û piştevahiya girtiyan bikin hatine vir û çalekiya “Nobeta Azadiyê” daye dest pêkirin. Em girtiyên xwe bi tenê nahêlin. Heta ku tecrîda ser Serokatî rabê û em ê çalekiyên xwe bidomînin. Êdî bes e. Em ji girtin û binçavkirinê natirsin. Ew ji fikrê Rêber Apo ditirsin, lewma tecrîdê evqas giran kirine. Em ê bi yekîtiyê Serok azad bikin.