Qeyûmê Şaredariya navçeya Bismil a Amedê tabelaya bi kurdî ya “Hûn bi xêr hatin” a di ketina Taxa Seletê de rakir û li şûna wê tabelaya bi tirkî bi cih kir.
Herwiha tabelayên bi kurdî yên “Selet” û “Seleta Jor” jî da rakirin û li şûna wan tabelayên bi tirkî bi cih kir.
Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, bertek nîşanî jêkirina tabelayên bi kurdî da.
Orhan Ayaz, da zanîn ku rakirina tabelayan şopa polîtîkayên inkarkirinê ne.
Ayaz, destnîşan kir ku bêtehemûliya desthilatê ya li dijî zimanê kurdî berdewam dike û got:
“Derveyî polîtîkayên ewlehiyê, ji bo kurdan di ajandaya desthilatê de tiştek nîne.
Bi sepanên qeyûman re destkeftiyên di nava 100 salên komarê de hatin bidestxistin jî ji holê hatin rakirin.”
Ayaz, da zanîn ku feraseta qeyûm “feraseta talanê” ye.
Bi xespkirina vîna gel û pratîkên qeyûmên hatine tayînkirin, li her derê wekhev in.
Tê dîtin ku redkirina nasname, çand, ziman, hemû nirxên gel û asîmîlasyon têrî desthilata faşîst nekiriye.
Di heman çarçoveyê de polîtîkayên planên têkbirinê xistin dewrê, vîna gel tune hesibandin.
Polîtîkayên tayînkirina qeyûman û kirinên wan yên rûyê mirov reş dikin, tên dîtin.
Bi salan e mînakên kirinên derveyî aqil, di navçeya me ya Bismilê de jî tên sepandin.
Li dijî vê feraseta înkarê têkoşîna me dom kir, dê bidome jî.