Malbatên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ên li Stenbolê dijîn, dijî, anîn ziman ku çi ji destê wan bê dê ji bo zarokên xwe bikin.
Birayê girtiyê bi navê Îsa Îpeklî yê li Girtîgeha Hejmara 9 a Sîlîvriyê Alî Îpeklî diyar kir “Heke heta meha sibatê ji birêz Ocalan xeber neyê girtin, girtî wê bi biryardarî çalakiya xwe bênavber bidomînin. Di heman demê de herî zêde hêviya girtiyan ji derve heye. Em malbat çi ji destê me bê em ê bikin.
Xwişka girtiyê nexweş Erdal Ozel ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê Kûmrû Algul jî tecrîda li Îmraliyê bi bîr xist û got: Divê em jî tiştekî bikin