Biryara di 18’ê mehê de hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê pêkwere, ji bo vê tenê 6 roj man.
Li seranserê Iraqê propagandaya ji bo hilbijartinê dewam dike.
Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Kosret Resul li bjarokê Beşîqa ya ser bi Musilê derbarê hilbijartinê de axivî.
Kosret Resul ragihand ku ji bo ku Êzidî vegerin ser cih û warên xwe, xizmetkirin erkek wane û got;
“Em ji bo xizmetkirina hemû niştecihên Musilê kar dikin.
Em piştgiriya xwe ya ji bo hemû niştecihan dubare dikin, hêvîdarim hemû Êzidî biçin ser sindoqan û dengên xwe bikarbînin.”