Ji Afrîkayê heta Awûstralyayê, ji Kurdistanê heta Katalonyayê ji hemû pêkhateyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin.
Yek ji însiyatîfa ku di vê çarçoveyê de di rojên 9-10’ê Kanûna 2023’yan de hat avakirin jî Delegasyona Jinan a Navneteweyî ye ku ji 7 kesan pêk tê. Di nav delegasyonê de hiqûqnas, parlamenter û ekolojîst hene.
Heyetê di 12-13’ê Kanûnê de Buroya Hiqûqa Asrinê, ÎHD, TÎHV, Meclisa Dayikên Şemiyê, Jinên bi Hev re bi Hêzin, Komeleya Demê ya Jinan, Hezar Aysel û HDK ziyaret kirin. Li Amedê jî têkiliyên xwe domandin.
Endamên heyetê wê 15’ê Kanûnê jî li Stenbolê derbarê serdana xwe de civîna çapemeniyê li dar bixin.
Ji heyetê endama Koperatîfa Parêzerên Jin IACTA ya Barcelonayê Marîa Sangûesa, li ser serdanên xwe yên li saziyên jinan û daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ji JINNEWS’ê re axivî.
Mariya destnîşan kir ku jinên Kurd li dijî şîdeta mêr-dewletê têkoşîneke mezin dimeşînin, îşkenceya li Tirkiyeyê li jinên Kurd tê kirin, ewê li welatê xwe bînin rojevê û anî ziman, “Jin jiyan azadî” dirûşma têkoşîna jinên Kurd û ya me hemûyan e.”
Mariya li ser têkoşîna li dijî tecrîdê jî destnîşan kir ku wan guh daye daxwazên jinên li Kurdistan û Tirkiyê yên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û got:
“Me li vir jî gelek tişt bihîstin. Bi rastî tecrîdeke gelek giran heye. Dema ku em biçin Spanyayê, emê hewl bidin ku van agahdariyan bikin rapor û belav bikin.”
Mariya kêfxweşiya xwe ji bo serdanê anî ziman; Emê bi tiştên li vir hîn bûne û tecrûbeya têkoşîna ku em ji jinên kurd hîn bûn, li Barselona têkoşîna xwe mezintir bikin.”