Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriye, doh civîna xwe ya asayî ya 90’î pêkanî û peymana civakî pejirand. Bendên vê peymanê îro di civîna bi beşdariya Desteya Serokatiya Meclisa Giştî, nûnerên meclisên qanûnsaz ên her heft rêveber û meclisên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pejirandin.

Cîgirê hevserokatiya Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir El Silêman, 134 bendên peymanê teva xwendin û ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.

Di dawiya civîn de, Meclîsa Giştî peyman pejirand û kete meriyetê.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 2 sal û nîvan de, di 5 qonaxên avakirina şêwazên rêvebirina herêmê re derbas bûn. Herî dawî Hevpeymana Civakî ku dê dibe destûra fermî ya li herêmê, hat sazkirin.

Di vê civîna dawî de guhertinên girîng di Hevpeymana Civakî de hatin kirin

Li gorî Hevpeymana Civakî ya nû, Rêveberiya Xweser navê xwe guherand û bû ‘Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’.

Êdî herêmên Rêveberiya Xweser yek herêm e û ji 7 kantonan pêk tê.

Di hevpeymanê de, guhertinên nû di sazûmaniyên şaredariyan de çêbûne, dê Desteya Şaredariyan bê guhertin û bibe Kombûn û Yekitiya Şaredariyan.

Di hevpeymanê de navê Meclisa Giştî bû Meclisa Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Her wiha li gorî peymanê dê hin saziyên din wekî Saziya Çavdêriyê ku girêdayî Meclisa Gelan be, bê avakirin.

Di hevpeymana nû de, ‘Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navendî’ û ‘Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî’ dê bên avakirin.

*Hevpeymana Civakî cara yekem di sala 2014’an de hatibû danîn û piştre di encamên Kongreya Nîştimanî ya gelê Cizîr û Firatê de ji aliyê MSD′ê ve di 25′ê Mijdara 2020′an biryara nûkirina wê hatibû girtin.

Ev biryara jinûve sazkirina peymanê di civîna 15′ê Tîrmeha 2021′an hate erêkirin.

Komîteya Biçûk ji 15′ê Tîrmeha 2022′yan ve û di nava 5 mehan de reşnivîsa Hevpeymana Civakî ji nû ve saz kir ku wek peymana Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hatibû amadekirin.

Nivîsandina Hevpeymana Civakî di 11′ê Kanûna sala borî de derbasî pêvajoya duyemîn bû. Komîte ji 158 endamên jin û mêr ên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Çerkes, Ermenî pêk tê.

Pêvajo di 7’ê vê mehê de bi dawî bû ku komîteya berfireh pêşnûme pêşkêşî Meclisa Giştî kir. Da ku meclis bixwîne, rast bike û paşê jî erê bike.