Parlamentera Partiya Karker -ALP ku li Avusturalya desthilatdar e Çarîhma Kaliyan ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a doza gelê Kurd bang kir û daxwaz kir ku demildest Rêber Apo werê berdan.

Parlementera ALP ya bajarê Sydney Kaliyanda tevlî roja xwendina pirtûkên Rêber Apo bû, beşek ji parêznamê xwend û got:

Dixwazim li ser rewşa Abdullah Ocalan çend gotinan jî bêjim.

Gelek berhemên wî yên hêja hene û ji bilî Kurdan cîhana derve jî ew nas kiriye û dizanin dibin zor û zehmetiyan de ye.

Bi taybetî di dema girtîgehê de, li ser mekanîka demokrasî û civakek demokratîk ku xwe dispêre teoriya kûantûmê û entelektueliya ku xwe dispêre civakê gelek tişt girtine.

Giranî daye ser Rojhilata Navîn jî, hemû gelan himbêz dike. Tevî ku derfetên wî yên bikaranîna internetê nîne, materyalên lêkolînê jî kêm in, ev fikrê cîhanî afirandiye.

Ev rewşek balkêş e û hêja ye. Mirovekî wisa xwedî nêrîşên filozofî, bi xiyanetê re rû bi rû maye.

Parlamentera Avusturyayî Charihma Kaliyanda herî dawî got; Fikir û felsefeya Birêz Ocalan, ji bilî hin derdorên radîkal ên spesîfîk, ji nedîtî ve hatiye.

Divê zanyarên cîhanê fikir û felsefeya Ocalan bixwînin û ji bo azadiya wî têkoşînê bikin. Divê Birêz Ocalan demildest were azadkirin.