Di daxuyaniya ciwanan de hat gotin:

Rêber APO di têkoşîna xwe ya 50 salî ya li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û zîhniyeta wê ya qirêj û bêexlaqî de rêya avakirina jiyana azad, wekhev û exlaqî nîşanî me da.

Ciwanan diyar kirin, ku jiyana azad a li çiyayan şêwaza jiyana Rêber Apo ye û gotin,

Gerîlayê azadiyê îro bi fedayî û têkoşîna ruhê Apoyî di nava têkoşîna şoreşgerî de bi pêş dikeve.

Ciwanan gerîlayên azadiyê ku salvegera 45’an a PKK’ê bi çalakiyan pîroz kirin silav kirin û gotin,

Bi vê ruh û helwestê em ketine sala 46’an a PKK’ê, em weke ciwan dibêjin em ê tevlî refên vê partiya gerdûnî bibin.

Ciwanan da zanîn dixwazin tola 6 ciwanên 2 sal berê li Kobanê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a qirker de şehîd bûn, hilînin û gotin: Em ê çekên wan li erdê nehêlin.

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan bang li hemû ciwanan kirin ku tevlî refên gerîla bibin û gotin: Werin jiyaneke rast bijîn û cîhanek