Gerîlaya YJA Starê Jiyan Şahîn 8’ê mijdara 2013’an şehîd bû.

Navenda ragihandina HPG’ê derbarê nasnama Şehîd Jiyan de daxuyanî da û wiha got.

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Welat 8’ê mijdara 2013’an dema diçû ser erka xwe di encama qezayê de şehîd bû.

HPG’ê di serî de malbata şehîd jiyan, ji gelê kurd ê welatparêz re sersaxî xwest û nasnama eşkere kir.

Jiyan Şahîn bi nasnav Jiyan Welat li Amedê ji dayîk bû, navê dayîkê Remziye navê bav Ahmet 8’ê mijdara 2013’an li herêmên parastina medya şehîd bû.

Derbarê Jiyan û têkoşîna şehîd Jiyan de HPG wiha got:

Gerîla Jiyan li navçeya Amedê Farqînê di nava malbateke welatparêz ji dayîk bû. 2009 ‘an biryar da tevlî nava refên gerîla bibe û li ser vê esasê ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Demekê li Amedê gerîlatî kir paşê derbasî herêmên Parastina Medya bû. Li Akademiyê perwerda pêşî dît.

Yek ji xeyalên herî mezin a gerîla Jiyan ew bû ku di şerê dîrokî yê li hemberî dewleta Tirk de cih bigire. Ji bo vê xwe di her warî de amade kir.

Bi perwerdeyên bîrdozî û leşkerî bû gerîlayeke profesyonel, bi ruhê xwe yê fedayî bû mîlîtaneke pêşeng. Bi sekna xwe ya jiyanê û pratîkê heqê vê mîsyone xwe da.

Gerîla Jiyan
Hevrêya me Jiyan 8’ê Mijdara 2013’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekî de şehîd bû.

Şehadeta wê pir zû bû û ji bo me qebûlkirina şehadeta wê zehmet bû. Em soz didin ku bibin layiqê bîranîn û jiyana wê ya bi wate.