Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên navbera 15-19’ê Kanûnê de daxuyaniyek da.
Li gorî vê; Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl
15’ê Kanûnê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Carekê jî bi çekên nîv otomatîk li sîstemeke radarê ya dagirkeran hate xistin û hate rakirin.
16’ê Kanûnê saet di 12:30’î de hêzên YJA-Star’ê bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin.
19’ê Kanûnê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
15’ê Kanûnê saet di 04:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên YJA-Star bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin û liv û tevgera wan hate rawestandin.
16’ê Kanûnê saet di 11:40’î û 14:15’an de li Qada Berxxwedanê ya Girê Amediyê hêzên YJA-Star bi çekên nîv otomatîk li çepereke dagirkeran da.
19’ê Kanûnê saet di 08:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi kepçeyan li qadê bi cih bibin, bi sûîqestê çalakiyek hate kirin. Dagirkerek hate cezakirin. Çalakî hêzên me yên YJA Starê kir.
HPG’ê got li herêma Xakurkê
18’ê Kanûnê saet di 20:30’î de li qada Geliyê Lolanê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan û helîkopter neçar man ji qadê biçin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî
18’ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin. Dûyê ji gazên kîmyewî bilind bû bi rengê spî bû.
15’ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker
18 û 19’ê Kanûnê li herêma Garê Girê Zengilê û Sêdarê 2 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Xakurkê Qada Şehîd Şerîf 2 caran, li herêma Zapê Qada Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”