Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundir ya Bakurê Sûriye bi daxuyaniyekê ragihand ku mîqdareke mezin tiryakê û 22 bazirganên wê hatine girtin.

Nevndê got; Di çend rojên derbasbûyî de hêzên me yên li dijî amurên tiryakê, li bajarên Hesekê û Qamişloyê operasyonên li dijî firoşgehên tiryakê kirin. Di encamê de, 22 kes ku 2 jin jî di nav de, yên ku di firotin û belavkirina van amuran destgîrkirin. Hêzên me, amurên tiryakê jî desteser kirin.

Piştî lêpirsînê kesên sûcdar, amur û alavên hatin desteserkirin radestî Dozgeriya Giştî hatine kirin.