Ev 1000 rojin ti agahî ji rêber Apo naye girtin.

Bi pêşengiya DBP û DEM Partiye li ser medya dijîtal X’ê bi etîketa “Ji bo tecrîde bişkîni nameyan ji Îmraliyê re bişînin” kampanya destpêkir.

Armanca kampanyayê balê bikişînin ser rewşa Rêber Apo û tecrîda li îmraliyê ye.

Kampanya jî bi navnîşana nameyan ji Îmraliyê re bişînin pêktê û wiha hate gotin:

Tecrîda dermirovahî ya li Îmraliyê 1000 roj li dû xwe hiştin.

Ji bo em agahî bigirin û vê tecrîdê bişkînin em kartan ji Îmraliyê re dişînin.

Partiya Herêmên Demokratîk wiha bang kir:

Heya tecrîd neyê şikandin, dê demokrasî pêk neyê.

Ji bo demokrasiyeke rasteqîn û ewle, tecrîdê rakin û guh bidin birêz Ocalan.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan jî got:

Polîtîkaya tecrîdê rê li ber xizanî, şer û pevçûnê vekir.

Ji bo aramiya gel, demildest divê tecrîd bê rakirin û qanûnên navneteweyî bên pêkanîn.

Ne tenê DBP û Dem Partî bi hezaran kesî bi parvekirinen xwe tecrîd şermezar kirin û banga kart şandine ji rêber Apo re kirin.