Komîteya gel a baweriyan a KCK’, bi boneya Noelê daxuyaniyek da.

Komîteya KCK’ê diyar kir ku çend roj piştî Cejna Noelê cîhana me wê bikeve saleke nû ya mîladî û bi vê wesîleyê sala nû di serî de li Kurdistaniyan li tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

KCKk’ê got:

Rojhilata Navîn ku Xiristiyaniyê lê destpê kir û li nava mirovahiyê belav bû, bi şerekî giran, tecrîd, êşkence û êrîşên di asta qirkirinê de derbasî sala 2024’an a mîladî dibe.

Bi van êrîşan re di serî de civakên Kurd û Ereb hemû civakên Rojhilata Navîn zerarên mezin dibînin, yekîtî, hevgirtin, bawerî, hurmet, hezkirin û biratiya gelan zerarê dibînin û derbê dixwin.

Komîteya gel û baweriyan a KCK’ê got:

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em pê bawer in ku pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn û mirovahiya cîhanê, krîz û kaos bi têkoşîneke exlaqî, têgihiştina polîtîk û rêxistinî dikarin bêne çareserkirin.

Em zanin ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan, civakên baweriyan, jin û ciwanan yekane rêya rizgariya ji krîz û kaosên li Rojhilata Navîn û civakên cîhanê ye.

Em bi bîr dixin ku cejnên olî banga ji bo nirxên civakî, mirovî yên weke hezkirin, hurmet, aştî û xwişk-biratiyê ye û dixwazin destnîşan bikin ku di vê demê de pêwîstiya bi van nirxên mirovî û civakî ji her demê bêhtir e.

Ji ber vê yekê jî em bang li mirovahiyê dikin ku di sala 2024’an de li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û her devera cîhanê li dijî hikumet û dewletên ji mejiyê mêtinger, qirker û faşîst, di eniya têkoşîna hevpar de hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna rêxistinbûyî bibin.

Em hêvîdar in ku Cejna Noela îsal bibe wesîleya saleke welê ku gelên Rojhilata Navîn û gelên me yên Kurdistanî têkoşîna xwe ya li ser xeta neteweya demokratîk hîn mezintir bikin.

Bi van hest û baweriyan em Cejna Noelê destpêkê li gelên me yên Ermen, Asûrî, Suryanî, Keldanî yên Kurdistanî, li tevahiya civaka Xiristiyan pîroz dikin û hêvî dikin ku ji bo her kesî bibe sala hezkirin, aştî û xwişk-biratiyê.”