Li Hambûrgê endamên TCŞ û TêkoJIN, doh danê êvarî, tevî dostên xwe yên Elman li dijî êrîşên li ser Rojava meş kirin.
Ciwanên li navend bajêr kom bûn bi diruşmeyan meşiyan, belavok bela kirin û gotin: Dewleta Tirk, bi rengekî nemerdane û bê rawestandin êrîşî Rojava dike.
Qadên sifîl û binesaziyên cemaweriyê bombarduman dike.
Divê raya giştî ya Ewropa û tevahiya cîhanê, li dijî zilma dewleta Tirkiyê û siyaseta qirkirina li dijî gelê Kurd dengê xwe bilind bike.
Ciwanan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” qîriyan û çalakiya xwe bi dawî kirin