Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhalli êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojava şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku li dora Rojava bicive û got, Divê her kes li dijî êrîşan li ber xwe bide.

Tûrhalli destnîşan kir ku Dewleta Tirk ji aliyekî ve êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê dike rojev, li aliyê din jî bi rengekî giran bombeyan li gelê Kurd û li Rojava dibarîne.

Mirovên sifîl dikuje. Êrîşî binesaziyên cemaweriyê, nexweşxane, depoyên genim dibistanan dike, ev suc e divê raya giştî ya cîhanê dengê xwe bilind bike.

Tûrhalli herî dawî got;

Ji destê kê çi tê bila bike. Divê em van zaliman rawestînin.

Li cihê ku zilm hebe Îslamiyet û mirovahî nîne.

Eger em îro li ber êrîşên li ser Rojava ranebin, em ê hemû berpirsyar bin.

Lewma divê em li ber vê zilmê rabin.

Dewleta Tirk bê rawestandin bombeyan li Rojava dibarîne.

Sedem çi ye? Li Başûrê Kurdistanê li hemberî şervanên azadiyê têk çûn.

Tola vê yekê ji mirovên sifîl hiltînin.

Qadên jiyanê tune dikin. Divê her kes li dijî van zal