Endamê Meclisa Şaredariya bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebanê û rêveberê DEM Partî yê bajarokê Ahmet Gun, di 11’ê Kanûnê de li gundê Taloka yê Sêgirgê hate şehîdkirin. kurê Abdurrahîm jî birîndar bû.
Têkildarî bûyerê, cerdevanê teqawid Enver Babat yê 60 salî hate binçavkirin û hate girtin. 17 roj derbas bûn lê hêj jî kujerên wî ne hatine girtin.
Hevserokê DEM Partî yê Qilebanê û pismamê Ahmet, Abdullah Gun têkîldarî mijarê ji ajansa ANFê re axivî û got; Tu pirsgirêkên wî yên civakî û malbatî nebûn. Ji bo amadekariya zivistanî çûbû gund. Mirovên kujer gef lê xwarin û gotin; Em destûrê nadin tu li vî gundî bimînî. Heke tu bimînî, em ê te bikujin.’ Piştre bi çekên cerdavanan ew kuştin. Ev ne bûyere edlî ye, siyasî ye.
Ahmet Gun dazanîn ku heman malbatê, beriya niha gef li wî û rêveberekî din yê partiyê xwarin û got; Malbata ku heval Ehmed şehîd kirin kontra ye û li ser herêmê desthilatdariyek ava kirine.. Heval Ehmed serê xwe ji wê malbatê re ne ditewand, lewma hate şehîd kirin.
Di ser bûyerê re 17 roj derbas bûn, hê kujer nehatine girtin. Walî, qeymeqam û rayedarên payebilind hatin şînê û soza girtina kujeran dan. Lê tenê kesekî 65 salî teslîm bûye. Em baş dizanin ku ew sê kujerên din hîna li Sêgirkê ne û têne parastin. Dewlet jî bi vê dizane. Ev kes cerdevan in. Ev zilm e û dewlet bûye hevalê çeteyan. Em ê şopdarên dozê bin. Ji hêla hiqûqê ve em ê hemû mafên xwe bi kar bînin. . Gef li min û hevalên din jî tên xwarin. Lê em ê li ser xeta berxwedanê ya heval Ehmed têkoşîna xwe bidomînin.”