KON-MED’ê derbarê komkujiya Parîsê de daxuyanî da.
Di şexsê şehîdên Komkujiya Parîsê de hem û hemû şehîdên doza azadiyê bîranî û wiha got:
Ji bo banga edaletê, em ê di 6’ê Çile de li Frensa payîtext Parîsê bin. Em ê daxwaza ronîkirina her du komkujiyên li Parîsê bikin.
KON-MED’ê diyar kir ku dewleta Tirk, Fransa û Elmanya berpirsê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez in û wiha domand .
Rayedarên Elman têkiliyên Omer Guney bi raya giştî re parve nekir û mikurhatinên rayedarên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel li ber çavan negirtin. Dadgeriya Fransa jî kujer û kesên li pey kujer ronî nekirin.
KON-MED’ê komkujiya duyemîn a 23’ê Kanûna 2022’an pêkhat bibîrxist û wiha got:
Kujerên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ne hat ronî kirin. Dewleta Frensa û Tirkiye ji vê komkujiyê berpirsiyar in.
Ji ber berjewendiyên siyasî û aborî yên Tirkiye, Fransa û Elmanya, her du komkuji ne hatin ronî kirin. Ji bo edaletê, em ê di 6’ê Çile de li Parîsê meş û mitingekê bikin.
Bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropa dikin, tevlî meş û mitingê bibin.
KON-MED’ê da zanîn wê otubus şeva 5’ê Çile, li hemû navendên Ewropa bi rêvêbikevin