Ji bo piştgiriya kampanyaya cîhanî “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku 10’ê cotmeha 2023’yan li 74 navendan dest pê kir, li 106 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bi dor û dorveger di roja 39. de didome.
Piştî vê çalakiya nobeda edaletê ku ji bo piştgiriya girtiyan hatiye destpêkirin, ji aliyê xizim û malbatên girtiyan de jî berdewam dike.
Çalakiya ku 4’ê kanûna 2023’yan li Amedê dest pê kir, li 6 bajaran belav bûye.
Piştî Amed, Mersîn, Eden’ê, bi dorê li Wan, İzmir, Stenbolê jî starta çalakiyê hat dayîn.
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat pêvajoya çalakiya heta niha nirxand.
Çanpolat anî ziman, divê fikrên Abdullah Ocalan bigihên civakê û gotinên Abdullah Ocalan ên
“Eger derfet bên dayîn e ê di nava hefteyekê de pirsgirêka kurd çareser bikim” bi bîr xist.
Û got: Divê rê li ber vê sozê bê vekirin. Sedema astengiya heyî ya li ser siyasetê ew e ku rê li ber vê yekê nayê vekirin.”
Canpolat destnîşan kir, hem girtî hem jî malbatên wan bi biryar in ku heta Abdullah Ocalan azad bibe çalakiya xwe bidomînin, got:
“Eger ev tecrîd bi dawî nebe, dibe ku greva birçîbûnê veguhere greva bêdem û bêdorveger. Lewma divê her kes tevkariyê li aştiya vî welatî bike.”
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê jî hefteyê sê rojan pêk tê. Doh ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk û parêzerên AN-YAKADER’ê çûn serdanê.
Raziye ji ber çalakiya girîng a dayikan ew silav kirin.