Hat diyar kirin ku, 4 roj in ku artêşa Iraqê êrîşî 172 malbatên Taxa Newrozê ya Kerkûkê dike.

Şêniyên taxê jî Kurd in û li dijî êrîşên askerê Iraqê berxwedanê dikin.

Niştecihên taxê gotin; Artêşa Iraqê dixwaze me ji cih û warên me bike, taxê ji Kurd vala bike û Ereban li taxê bi cih bike, Em malên xwe terk nakin

Niştecihên Taxa Newrozê destnîşan kirin ku 122 xaniyên mezin hene û 172 malbatên Kurd di wan de dijîn.

Ev xanî ji aliyê rejîma BAASê ve ji bo kesên nêzî Partiya BAASê hatibûn çêkirin.

Armanca BAASê guhertina demografiya Kerkûkê bû.

Lê piştî pêvajoya rizgariya Iraqê, ev xanî hatin valakirin û gelê resen yê Kerkûkê ku ji bo bajarên din yên Herêma Kurdistanê hatibûn koçberkirin, vegeriyan Kerkûkê û di van xaniyan bi cih bûn.

Çavdêr û aliyên siyasî yên Kurd hewldanên artêşa Iraqê wek beşek ji prosesa erebkirinê bi nav dikin.

Artêşa Iraqê dixwaze Kurdan ji Kerkûkê derxîne û ereban bine Kerkûkê û zeviyên Kurdan jî dagir bikin.

Havîna borî jî artêşa Iraqê xwest ku 135 hezar donim erdên cotyarên Kurd û Tirkmenên Kerkûkê desteser bike.

Lê cotkarên Kurd û Tirkmen têkoşîn kirtin û li dijî