Barîna berfê ya danê êvarê li Wanê dest pê kir, bandoreke neyînî li gelek navçeyan kir.
Ji ber barîna berfê li navçeyên Bêgirî, Miks û Seravê rojekê navber dan perwerdehiyê.
Hate ragihandin ku li gundên li herêma Gorandeşt a girêdayî navçeya Payîzavayê jî rojekê navber dane perwerdehiyê.
Li Bedlîsê jî ji ber barîna berfê ya zêde li navenda bajêr û gundên girêdayî wê rojek navber dan perwerdehiyê