Dewleta Tirk di êrişên xwe de binesazî, cihên petrol, ava, elektrîk û xurekan bombekir.
Ji ber êrişan rêveberiya xweseriya demokratîk a bakur Rojhilatê Sûrî nekarî di demêde mazotê bide gel.
Derbarê mijarê de hevseroka rêveberiya giştî ya sotemenî û petrolê ya rêveberiya xweseriya demokratîk a bakur û rojhilatê sûrî Ebîr Xalîd vê agahiyê da:
Ji ber êrişên dewleta Tirk belavkirina mazotê li gel dereng ma.
Dewleta Tirk parzûnên petrolê dike hedef.
Ebîr Xalîd da zanîn rêveberiyê sotemeniya parên saziyên pîşesazî û siyahî kêm kir, girîngî dan parên ji bo demsala zivistanê.
Ebîr Xalid da zanîn yên parên xwe ji mazotê girtine gihaşt 862 hezar û 351 malbatan.
Ev par di heman dîrokê de gihaşt ji sedî 90`î.