Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê ji bo meşa navendî ya 9’ê çile ya Parîsê ya ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîna Kara, Mîr Perwer û Abdurrehman Kizil, peyamek şand.
Koordînasyona KJK’ê pêşî bi bîr xist ku hemû jinên li ser rêya azadiyê dimeşin û gelê welatperwer, doza azadiyê ya bi Sakîneyan destpêkirî û bi Evînan ber bi enternasyonliyê ve diçe, îro li Botan û Zapê mezin dibe û ew bi vê coşê mîtîngê silav dikin.
KJK’ê di daxuyaniyê de da zanîn dewleta Fransa komkujiya pêşî ya 9’ê Çileya 2013’an di tariyê de hiştiye û xwest Franse komkujiya diduyan eşkere bike.
KJK diyar dike ku ji alî wan ve kujer eşkere ne, lê Franse divê adil tevbigere û dibêje, di her du komkujiyan de yê ferman dayî dîktator Erdogan e, MÎT û Hakan Fîdan jî pêk anîne.
KJK dibêje, eger dewleta Fransa van komkujiyan di tariyê de bihêle wê bibe şirîkê van komkujiyan.
Hin xalên sereke yên peyamê weha ne:
11 sal in di serî de gelê Kurd û dostên wan, hemû demokrat û azadîxwaz xwedî li şehîdên parîsê derketin û derdikevin û wê derkevin.
Bi saya têkoşînê, duruşma Jin Jiyan Azadî ya Rêber Apo ew bi gewde kir, di sedsala 21’ê de bû bingehê şoreşa sedsalê.
Em weke hevrê û hevalên Sara û Evînan em meşaleya azadiyê ya me ji wan girtiye heta dawiyê hil bidin û em soza vê yekê dubare dikin.
Em bang li jinan hemûyan dikin ku em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ji bo em xeyalên wan û armancên wan pêk bînin em xwe bi rêxistin bikin. Li dijî faşîzmê, li ku dibe bila bibe, di serî de jin divê em xwe biparêzin.
Roj ew roj e ku em ji kujeran hesab bipirsin. Roja roja têkoşîna Sara û Evînan e. Em ji her demê zêdetir nêzî bihevrebûna Rêbertî û welatê azad in. Tolhildana me wê şoreşa jinê be