Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jî ji bo salvegera 11 a komkujiya Parîsê daxuyanî da.
YJA Starê di kesayeta şehîdên komkujiya yekemîn ya Parîsê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez de hemû şehîdên azadiyê bibîranîn û wiha domand.
Tevgera me ya azadiyê bi paradîgma azadîparêziya jinê ya Rêber Apo di serî de ji jinên Kurd, ji hemû jinên cîhanê re bûye ronahiya hêviyê.
Rêber Apo û jinên ku baweriya xwe bi felsefeya wî anîne, îro li dora Rêber Apo civiyane û xelekeke qewîn a şoreşê ava kirine.
Rêber Apo ku li hemberî mejiyê serwer ê mêr pêngava azadiyê ya jinê da destpêkirin û nirxên azadiyê jî di şexsê jinê de afirandin. Lê jin her dem bûne armanca dijminê dagirker.
Li gel vê konsepta dijwar partiya me PKK’ê, bi pêşengiya jinê îro hêza herî berxwedêr a li Rojhilata Navîn e.
Baweriya bi Rêber Apo serketinê misoger dike. Em rewşa herî şênber a vê rastiyê di kesayetiya ji fermandarên me yên pêşeng hevrê Sara de dibînin.
Hevrê Sara jin a destpêkê bû ku ji Rêber Apo bawer kir û pê re meşiya. Li gel şert û mercên giran ên demê û zextên feodal ên civakê jî ew bû hevrêya destpêkê ya wêriya bi Rêber Apo re bimeşe, bû fermandara destpêkê ya jinê.
YJA Starê got têkoşîna wan a azadiya jinê û artêşbûna wan a bi Sarayan destpê kir. Îro jî li hemû çeperên Kurdistanê bi berxwedana Gerîlayên jin bi serdikeve û wiha domand
Şopdarên Sara ya li zindana Amedê tuf li rûyê zalim û faşîzmê kir, îro li her devera Kurdistanê wekî wê bêtirs bi ser dijmin ve dimeşin. YJA Star şopdarên Sarayan e, wê li dijî dagirkeran mîna Sara şer bikin, mîna Sara dijmin aciz bikin û hesab bipirsin.
Têkoşîna jinê ya bi pêşengiya jinên Kurd daîmî bûye, di şexsê hevrê Sara de li cîhanê gerdûnî bûye. Mîna ku Rêber Apo jî dibêje, azadiya civakê bi azadiya jinê dibe ku ev yek di şexsê Sara de şênber bû. Sekna li hemberî her êrîşa dewleta Tirk a dagirker weke berxwedana Hevrê Sara, erka dîrokî ya hemû Gerîlayên YJA Starê ye. Sara tê wateya şer, îrade û baweriyê.
Weke hêzên YJA Starê soz didin; em ê di sala 2024’an de, di serî de Sara, Rojbîn û Ronahî tola jinên weke Evîn, Sêvê, Fatma, Pakîze û hemû jinên di têkoşîna jina azad de şehîd bûne, hilînin.