Ji hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an re hindik ma. Lê ji niha ve gelek nelirêtî tên kirin. Desthilatdariya AKPê, li navçeya amed Pasûrê, ji bo bidetsxistina şaredariyê, 2 hezar û 970 hilbijêr veguhestine.
Hevserokên DEM Partî yê Pasurê Abdulhakim Okut, derbarê nelêrtiyê de axivî û got; Ew dizanin ku gel wê li iradeya xwe xwedî derkeve û qeyumtiyê mahkum bike. Ji bo vê jî serî li hîle, dek û dolavban didin. Em li taxan digerin û dibêjin, lîsteyan kontrol bikin. Em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Ev tenê ne hilbijartineke herêmî ye, ji bo guhertina sîstema yek zilamî ya faşîst hilbijertinek diyarker e û gelekî girîng e.