Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî êrişên duh derengiya şevê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên sûc li dijî herêmên me didomîne, navendên xizmetguzariyê û binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî dike armanc.

Dewleta Tirk derengiya şevê Tirbespiyê, Rimêlan, Dêrik û Çilaxa bombe kirin.

Diyar e dewleta Tirk dixwaze ewlehiya herêmê xirab bike û xeteriyên rasteqîn li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêbike û rê li pêşiya çareseriyê bigire ku şert û mercên wê li herêmê peyda dibin.

Êriş dewama xeta qirkirin, koçberkirina şêniyan û valakirina herêmê ye.

Ev siyaeteke qirêj e, divê hişyarî li hemberî wê û xetereyên wê werin kirin.

Em dibêjin; divê êrişên li ser herêmên me werin sekinandin. Encamên êrişan li ser tevahî herêmê xetere ne û xizmeteke bê berdêl ji bo vegera terorê ye, di heman demê de hewldanek ji bo pêşxistina nakokiyên etnîk e ku Tirkiye heta vê kêliyê nekarî derxe.

Tirkiye bi awayekî eşkere dixwaze sûdê ji bûyerên li herêmê rû didin bigire û dek û dolabên xwe li dijî gelê me pêk bîne.

Her wiha dixwaze gelê Tirk bixapîne û berê wan ji têkçûna xwe bikişîne.

Em bang li tevahî hêzên çalak ên li Sûrî dikin, xetereya van êrişên ne rewa ne, lazime encamên wê yên neyînî Ii ser îstiqrarê li herêmê bê dîtin.

Ev êriş, li ser xebatên birêxistinkirina civakî û peydakirina çareseriyeke demokratîk li herêmên me û hewldanên tunekirina DAIŞ û fikrê tundraw gef in.

Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin û berpirsyariyên xwe bînin cih da ku rê li pêşiya van êrişan bigirin.

Rêveberiya xweser di heman demê de banga seferberiyê li gel kir û wiha got:

Em bang dikin ku xwedî li saziyên xwe û xweparastinê derkevin.

Ji bo parastin û serkeftina projeya neteweya demokratîk û xwişk biratiya gelan, jiyana hevbeş, erkên xwe bînin cih.

Projeya gelê me, vîn û îsrara wê rêya ber bi serkeftinê ye û têkbirina tevahî projeyên qirkirinê ye.