Li ser çek û cebilxaneyên ketin destê hêzên QSD’ê de navenda wê ya ragihandinê li ser malpera xwe agahî da.
Hate gotin:
Di çarçoveya operasyonên lêgerînê yên domdar de roja înê li gundê Elûs ê bajarê Şedadê miqdareke çek û cebilxane yên çeteyan ku hewl didan bi wan êrişî navendên hêzên me û bajaran bikin, ketin destê hêzên me.
Navendê diyar kir ku QSD`ê li derdora bajarê Şedadê jî, dest danîne ser dikên an go qaîde yên avêtina moşek û hewanan.
Hêzên Sûriya demokratîk da zanîn, li hemberî kesên dixwazin tevliheviyê li herêmê çêkin û aştiya navxweyî têkbibin, xebatên wan dê dewam bikin.