Hevrê Gerilla Serxwebûn di nava malbata welatparêz Torun de, li gundê Kosa ji dayik bûye.
Malbata Torun ji malbata serokê eşîra Heyderan Kor Husyeîn Paşa ye ku tevlî Berxwedana Agirî bûye ye.
Hevrê Gerilla Sîpan (Îlhamî Taşkin) apê hevriyê Serxwebûn e û di sala 2009an de şehîd bû.
Hevrê Serxwebûn hîna di zarokatiya xwe de Tvegera Azadiya Kuredistanê nas kir û li zanîngehên Bûrsa û Enqerê di nava ciwanên şoreşger de kar kir. Piştî şehadeta apê xwe, bi 2 salan di sala 2014’an de, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrê Gerilla Serxwebûn li her qada berxwedanê ya azadiyê bû digot; “Ez dixwazim bigihêjim kesayeteke milîtan û ji bo hevrêyên xwe yên jin bingeheke wisa amade bikim ku nifşê pêş me heman pirsgirêkan nejîn.”.
Hevrê me Serxwebûn Piştî perwerdeya akademiyê di warê bîrdozî de kûrbûneke mezin bi destxist û tevlî perasyona Şoreşgerî ya Dêrelûkê bû û 61 dagirker hatin cezakirin.
Hevrê Gerilla Serxwebûn di wê operasyonê de bi lehengî têkoşîn kir û tevî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.
Hevrê Gerila Rizgar jî di malbateke welatparêz de ji dayik bûye.
Hîna di zarokatiya xwe de, Gerîla û partiya me PKKe nas kir.
Di sala 2012’an de bi pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava re fikrên Rêber Apo nas kir û di ciwantiya xwe de li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞê û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bi fedekarî têkoşîn kir.
Piştre fêhm kir ku azadiya Kurd û Kurdistanê, bi têkoşîna Gerîla ya di nava refên PKK’ê de pêkan e, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîla bû.
Hevrê Gerilla Rizgar li her qada berxwedanê bi fedekarî cih girt û bû Gerîlayekî profesyone, di gelek çalakiyan de cih girt û bi fedekarî û cesaret li dijî dijmin şer kir.
Hevrê Gerilla Rizgar, beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Helmeta Dêrelûk bû û bi îradeya Apoyî ya bêhempa hemû zehmetiyên demsala zivistanê derbas kir û xwe gihande çeperên dijmin. Derbên bi bandor û giran li dijmin xistin û îspat kir ku ruhê fedayî yê bilind ê Apoyî wê mohra li sala 2024’an bide
Di operasyona şorşegerî de, Hevrê Rizgar ligel hevalên xwe destan nivîsîn û tevlî karwanê Namirên Kurdistanê bû.