Nûçegihanê ajansa ANHA`yê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji saetên êvarê ve bi çekên sivik û doçka bê ser û ber bajarê Girê Spî gulebaran dike.
Li gorî çavkaniyên leşkerî ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi çekên sivik û giran êrîşî bajarê Girê Spî kir, beriya niha bi çend kêliyan gule ber bi gundên Selîb Qiran, Til Fender, Sûsik û Yabise yên kantonê ve reşandin û sivîl kirin hedef.
Li seranserê sînorê kantona Girê Spî tevliheviyek heye. Heta niha tu agahî der barê ziyanên mirovî de bi dest neketine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ji şevê din ve êrîşî deriyê sînor ê Girê Spî dike û di encama wê de yek ji endamên hêzên Erka Xweparastinê şehîd bû û yek jî birîndar bû.