Hevseroka Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi bicihkirina hilbijêran li Kurdistanê li pey lîstikên qirêj e.

Hevseroka Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîn, têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û got:

Desthilatdariya AKP/MHP, di 2 serdemên derbasbûyî de weke dewama Plana Şark Islahatê dest danî ser îradeya gel û rezaleta qeyûm kire pratîkê.

Niha jî ketiye pey lîstîk û hileyan. Lê desthilatdariya AKP/MHP wê nikaribe li Kurdistanê serbikeve.

Pinar Sakik, bal kişande ser girîngiya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê û got,

Divê em baldar û berpirsiyar bin. Divê em hemû lîstik û karên qirêj yên desthilatdariyê teşhîr bikin.

Em ê bi gelê xwe re, vê pêvajoyê bimeşînin.

Ji ber vê yekê gelek kar dikeve ser milên gelê me. Weke DEM Partî em karê xwe li ser daneyan dimeşînin.

Em soz didin ku îradeya gelê xwe hem di hilbijartinê de hem jî piştî hilbijartinê biparêzin.”