Di konferansa jinan a li Parlamentoya Ewropa de, şahida êrişên qirkirina sala 2014’an a Şingalê Suad Mirad Xelef a ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate revandin û piştre rizgar bû, axivî.

Suad Mirad Xelef diyar kir ku dema êrişên qirkirinê destpêkirin, PDK’ê vekişiya û wiha got:

Ev êrîş plankirî bûn. DAÎŞ’ê bi destê dewleta Tirk û alîkariya PDK’ê êrîşî Şingalê kirin. Armanca wan qirkirina civaka Êzîdî bû. Beriya êrîşê çekên Êzîdiyan hatin komkirir û Êzîdî bê parastin hiştin. Bi hezaran zarok, jin kal û ciwan hatin kuştin. Ez bûm şahidê hovîtiya ku li jinên Êzidî hatî kirin. Jin li bazaran hatin firotin. Ez jî yek ji wan jinanim, hatin firotin. Yên civaka Êzidî parastin jî hebûn. Hêzên YPJ’ê û HPG’ê bi hewara me hatin. Piştî ez salekê di destên DAÎŞ’ê de mam, ez reviyam û tevlî hêzên parastinê bûm. Îro, parastina Şingalê ji aliyê Êzidiyan ve tê kirin. Naskirina qirkirinê ji aliyê gelek welatan ve girîng e, lê gefa qirkirinê dewam dike.

Şêwirmenda mafên mirovan û hiqûqa cezayê navneteweyî, parêzer Rojda Arslan jî bal kişand ser berpirsyariya welatên Ewropa û got; Divê qirkirina Êzidiyan weke jenosîd werê naskirin. Divê hem sucdar werin cezakirin, hem Rêveberiya Xweser a Şingalê were naskirin.

Şêwirmenda sucên zayendî û aktivîsta mafên Jinan Marîon Boker jî got; Êdî pêwîstiya me bi siyaseteke femînîst heye. DAÎŞ, El Qaîde û çeteyên mîna wan dijminê jinan e. Mixabin têkiliyên wan bi dewletên cuda re jî hene. Divê dewletên piştgiriyê didin van çeteyan hesabê bidin. Ji bo vê jî divê Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bikevin nava tevgerê.

Di rûniştina dawî ya piştî nîvro de jî wê têkildarî jinûve avakirin û naskirina rêveberiya xweser axavtin bêne kirin.

Konferans wê di saetên êvarî de bi encamnameyekê bi dawî bibe.