14 saziyên hiquqê 12ê Çile serî li CPT dan û xwest demildest bi erka xwe rabe. Paşê 22’yê Çilê jî, 35 baroyan- hezar û 330 parêzeran serî li Wezareta Dadê dan û daxwaz kirin ku bi Rêber Apo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin.
Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê- OHD Elîf Taşdogen li ser serlêdana kirine vê nirxandinê kir
CPT saziya Konseya Ewropa ye û Tirkiye jî alîgirekî wê ye. CPT muxatabê êşkenceya li girtîgehan e, divê bi berpirsiyariya xwe rabe. CPT’ê di raporêna de eşkere kir ku li Imraliyê tecrîda mutlaq heye û Tirkiye şiyar kiribû. Lê CPT erka xwe bi cih neaniye û “pasîf” tevdigere. Lazime di her mercî de bi mîsyona xwe rabe, nikare nikare pasîf û li gorî rewşa siyasî tevbigere.
Tecrîçda li Imralîyê, li girtîgehên din jî bela bûye. Tecrîd sîrayetî gel jî kiriye. Ev rewşek metirsînî ye.
Prz. Elîf Taşdogen got; Em ê tenê bi serlêdanên ji bo CPT û Wezareta Dadê sînordar nemînin. Em ê di qada navneteweyî de jî xebatên xwe, bi riyên cûda wek panelan bînin ziman. Tecrîda li Imrlaiyê, tevahiya Tirkiyê elaqedar dike. Ji bo vê jî divê li dijî tecrîdê “yekdengî” çêbibe û têkoşîna hevpar bêkirin.
Parêzer Erhan Çîftçîler jî anî ziman ku hezar û 330 parêzeran, ji bo hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dan û got; Ev tê wateya ku parêzeran li dijî ‘bêhuqûqiya mutlaq’ rabûne. Sepana li Imraliyê welat kiriye nava kaosek kûr ya têkçûnê.
Prz, Erhan Çîftçîler got; Berê tiştekî bi navê ‘sîrgûnkirina kurdan’ hebû. Bi taybetî Kurdên siyasî surgunî Anatolya dikirin. Îro jî girtiyên siyasî surgunî girtîgehên dûr dikin. Em huquqnas in, parêzer in û eşkere dibêjin, em li dijî ‘nêhuqûqîtiya mutleq’ in. 35 meh in ji Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din tu agahî nayên girtin. Ev bipêkirina qanunên hgudir û navnetweyî ye. Divê desthilatdarî li gorî qanunan tevbiger. Li welatekî ku hiquq nebe, faşîzm heye. Faşîzm jî sucekî mezin e û hatiye mahkumkirin.
Erhan Çîftçî da zanîn bêhiqûqiya li Îmraliyê li her derê bela bûye û wiha dewam kir.
Eger daxwazên me esas neyên girtin wê Tirkiye winda bike. Desthilatadarî li şuna daxwazên me li ber çavan bigire, îllegalîze dike. Mafên me yên qanûnî bi awayekî defakto têne asteng kirin. Vê rewşê ji holê rakin.