Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê derbarê revandina her du kesan de agahî da.

Hate zanîn dewleta Tirk a dagirker 2 kes li gundê Guliya Jêrîn ê navçeya Racoyê revandine.

Yên hatine revandin Mihemed Nasan ê 57 salî û Ebdo Mihemed Bekir ê 53 salîne.

24’ê Çileyê jî dewleta Tirk Silêman Cuma Mihemed 39 salî li gundê Beiyê yê navçeya Şêrawayê revandin.

Beriya wê 17 û 24’ê Çileyê 3 kes li Efrînê hatin revandin ku yek ji wan astengdar e.

Navenda Belgekirina Sûcan jî di raporeke xwe de navên 32 şêniyên Efrînê yên di Çileyê de hatine revandin, eşkera kiribûn.

Sûcên dewleta Tirk li dijî şêniyên Efrînê yên li bajarê dagirkirî, didomin.