Berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin ragihandibû ku li Dadgeha Amerîkayê li dijî malbata Barzanî dozeke nû hatiye vekirin.

Doz roja 30’yê Çile li aliyê Serokê Komeleya Qurbaniyên Kurdistanê Mekî Firênd û kesek bi navê Con Doyse hatiye vekirin.

Rubin li ser hesabê xwe yê medya dijîtal diyar kir ku doz li dijî Mesud Barzanî, Mesrûr Barzanî û Weysî Barzanî hatiye vekirin.

Li gor zanyariyên ku Rubin parvedike, di dosyayê de hersê rêveberên PDK’ê ji gelek sûcan tometbarkirin.

Bi taybet di dostyayê de li ser revandin, kuştin, êşkence, binpêkirina mafên mirovan tê sekinandin.

Li gel ve bi awayekî berfireh bahsa bazirganiya madeyên hişbir û qaçaxtiyê tê kirin.

Di heman dosyayê de tê eşkerekirin ku malbata Barzanî bi awayek neyasayi rojane 100 milyon dolarên Amerîkî bi rêya firotina neftê bidest dixe.

Her wiha di dosyayê de tê gotin Mesrur Barzanî bi awayekî ne fermî li gel Supayê Pasdarên Îranê bazirganiya petrolê dike.

Aktivîst Şinyar Enwer Hesen ku li Amerîkayê jiyan dike jî di sala 2022’an de derbarê mal û milkê malbata Berzanî doz vekiribû.

Rûniştina ewil ya dozê di Nîsana 2023’yan de li Virginiayê pêk hat. Pêvajoya dadgehê hîn bi dawî nebûye û dewam dike.

Şinyar Enwer têkildarê pêvajoya dozê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got:

“Serokê Hikumetê ji bo eybên xwe veşêre, 11 parêzerên saziya parêzeran ya herî mezin a li Amerîkayê, girt.”

Şinyar Enwer da zanîn ku ji ber dozê ferdên mala Barzanî hertim gef li wê dixwin û got;

“Ez zelalim, ezê dijî zilm û gendeliyê têbikoşim, wê gef min nedin sekinandin.”

Şinya Enwer diyar kir ku mal û milkên malbata Barzanî ne qanûnîne û got:

“Malbata Barzanî çavkaniyên Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe xerc dike.

Tenê koşka Barzaniyan ya li Virginia’yê bi bihayê 15 milyon û ya li Kaliforniyayê bi 60 milyon dolariye.

Li Dubaî bi bihayên 100 milyon dolaran mal û milk hene.

Piştî belgeyên ku me parvekir FBI’yê gelek şirketên girêdayî mala Barzanî girt.”